Serokwezîrê Iraqê: Operasyona dijî gendeliyê di qonaxa yekem de ye û berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ragihand, operasyonên dijî gendeliyê dê bi biryardarî berdewam bikin û got: "Ev tenê qonaxa yekem e." Zeydî her wiha nexşerêya hikûmetê ya ji bo budçeya 2027an û çareserkirina krîza elektrîkê eşkere kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî duh 28ê Hezîrana 2026an, serokatiya 8emîn civîna asayî ya Encûmena Wezîran kir. Zeydî di destpêka civînê de peyamên tund dan gendelkarên di nav saziyên dewletê de û destnîşan kir, dewlet dê bi temamî serweriya hêz û çekan bixe bin kontrola xwe.

Serokwezîr Zeydî derbarê operasyonên girtina berpirsên bilind de got: "Hêza qanûnê û parastina berjewendiyên gel di ser her tiştî re ne. Ev operasyon tenê destpêk e û hikûmet ti carî li hemberî talankirina samana giştî bêdeng namîne." Zeydî her wiha saziyên çavdêriyê erkdar kirin ku awayê karkirina wezaretan bi hûrî bişopînin û rê nedin ti gendeliyekê.

Plana 25 hezar mîgawat elektrîk

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîrê Iraqê ragihand, ji bo sala bê daxwaza wan ew e ku sîstema elektrîkê bi temamî bê cîgir bibe. Ji bo vê yekê jî plan heye ku peymanên berhemanîna 25 hezar mîgawat elektrîk bên îmzekirin.

Budçeya 2027an 

Derbarê sîstema aborî ya welat de, Zeydî aşkere kir ku amadekariyên budçeya sala 2027an dest pê kirine û budçeya sala bê dê ne bi awayê klasîk, lê li ser bingeha "Budçeya Bernameyan" bê amadekirin, da ku her dînarê dewletê bi awayekî zelal di projeyên xizmetguzariyê de bê xerckirin.

47 berpirs hatin girtin

Ev daxuyaniyên Serokwezîr piştî operasyoneke berfireh a berbangê hatin. Hêzên Dijeterorê û hêzên ewlehiyê bi hevahengiya ligel Encûmena Bilind a Dadweriyê, 47 parlemanter û berpirsên pilebilind bi tohmeta gendeliyê girtin. Ev pêngav wekî mezintirîn operasyona dijî gendeliyê di dîroka nû ya Iraqê de tê nirxandin.