Wezîrê Derve yê Iraqê gihîşt Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi serdaneke fermî gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê. Ev serdan wekî pêngaveke giring a dîplomasiya Iraqê ya ber bi Sûriyeya nû ve tê nirxandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser vexwendina fermî ya hevtayê xwe yê Sûriyeyî Es’ed Şeybanî, îro 29ê Hezîrana 2026an gihîşt Şamê. Armanca vê serdanê xurtkirina pêwendiyên dualî û gotûbêjkirina geşedanên herêmî ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Husên dê ligel berpirsên pilebilind ên Sûriyeyê zincîreyek hevdîtinan pêk bîne. Di van hevdîtinan de dê giranî bê dayîn ser pêşxistina hevahengiya di warên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganiyê de, da ku xizmeta berjewendiyên her du welatan bike.

Her wiha her alî dê li ser lûtkeyên herêmî, parastina sînoran û têkoşîna li dijî terorê rawestin. 

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di sala 2024an de, ev cara yekem e Wezîrê Derve yê Iraqê serdana Şamê dike. Hikûmeta Iraqê piştî guherîna desthilatê li Sûriyeyê, hewlên xwe zêde kirine, da ku pêwendiyên nû û xurt ligel serokatiya nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şera ava bike.

Beriya vê serdanê, çendîn şandeyên ewlehî û bazirganiyê yên Iraqê serdana Şamê kiribûn, bi armanca gotûbêjkirina li ser parastina sînorên hevbeş û vejandina aboriya herêmî.