Dîndar Zêbarî li Viyanayê bizavên Herêma Kurdistanê bo binbirkirina qaçaxçîtiyê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîneka navdewletî de li Viyanayê, stratejîk û pêngavên ewlehî û qanûnî yên Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan eşkere kirin û ragihand ku di sala 2024ê de 114 doz hatine tomarkirin û gelek torên navdewletî hatine hilweşandin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) wekî endamekê şanda hikûmeta federal tevlî civîna 13ê ya koma karê qaçaxiya koçberan bû, ku li bingeha Neteweyên Yekbûyî bo madeyên hişbir û tawanên rêkxistî (UNODC) li Viyanaya paytexta Nemsayê hat birêvebirin.
Di gotarekê de, Dîndar Zêbarî bizavên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan berçav kir, ku ev yek ligel pêşniyarên Çavdêriya Serdemî ya Giştgir (UPR) ya sala 2025ê paralel e. Wî herwisa ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşxistina siyasetên xwe bo bihêzkirina hevkariya dualî û navdewletî di vî warî de berdewam e.
Çarçoveya qanûnî û ceza
Navborî da zanîn jî ku Herêma Kurdistanê çarçoveyeka qanûnî ya mukom bi kar tîne, ku qanûna herêmî ya hejmar 6 a sala 2018ê cezayên tund bo van tawanan diyar dike. Ev çarçove bi qanûnên federalî jî tê bihêzkirin, mîna qanûna cezakirina Îraqî ya hejmar 111 a sala 1969ê, qanûna akincîbûna biyaniyan a hejmar 76 a sala 2017ê, û qanûna pasportê ya hejmar 32 ya sala 2015ê, ji bilî pabendbûna bi peymannameya Palermoyê.
Amar û dosyeyên dadwerî
Di derheqa dosyeyên dadgehê de, Zêbarî eşkere kir ku di heyama sala 2024ê de, 114 dozên qaçaxçîtiya girêdayî koçberiya neqanûnî hatine tomarkirin. Di vê çarçoveyê de, 65 kesên biyanî hatine girtin ku ji van pêk tên: 30 Bengiladişî, 2 Pakistanî, 18 Sûriyeyî, 14 Îranî û yek Tirk.
Hilweşandina torên navdewletî
Li ser çalakiyên ewlehiyê, Zêbarî ron kir ku di sala 2024ê de çar qaçaxçiyên mezin hatine girtin ku destê wan di noqbbûna belemekê de li peravên Îtalyayê hebû, ku bûbû sedema xeniqîna 64 kesan. Herwisa di sala 2025ê de toreka navdewletî hatiye hilweşandin, ku bi rêya yaxt û serederiya darayî ya aloz kar kiriye.
Rola Serokwezîr û tîma hewarçûnê
Dîndar Zêbarî tekez jî kir ku piştî karesata noqbbûna belemê li Îtalyayê, bi rênimayiyên rasterast ên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jûreka operasyonên hewarçûnê hat avakirin û tîmeka taybet bo Îtalyayê hat birêkirin bo alîkariya kesên rizgarbûyî û vegerandina terman. Herwisa hêzeka ewlehiyê ya hevpar di sala 2021ê de bo çavdêriya sînoran hatiye pêkanîn.
Krîza Bêlarûsyayê û redkirina vegerandina bi zorê
Di derheqa krîza sînorê Belarûsya û Polonyayê ya sala 2021ê de, ku tê de 3 heta 4 hezar koçber asê bûbûn, Zêbarî tekez kir ku ew koçber bi awayê qanûnî û bi rêya tranzitê çûbûn wê derê, ne ku rasterast ji Herêma Kurdistanê ve çûbûn. Herwisa bal kişand ser wê yekê jî ku hinek aliyan xwest wê qeyranê bi kar bînin, lê Herêma Kurdistanê vegerandina bi zorê red kir û daxwaza piştgiriya navdewletî bo çarekirina wê krîzê kir.
Peymana dîrokî li gel Brîtanyayê
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî amaje bi peymana ewlehiyê ya sala 2024ê a li gel Brîtanyayê kir û wekî "peymana yekê ya bi vî rengî di asta cîhanê de" bi nav kir, ku armanca wê rûbirûbûna koçberiya neqanûnî û bihêzkirina ewlehiya sînoran e bi rêya rahênan û kempeynên hişyarkirinê.
Koçberên Lîbya û Tunisê
Li ser bizavên vegerandinê, Dîndar Zêbarî ragihand ku di sala 2025ê de 319 koçber ji Lîbya û Tunisê hatine vegerandin. Herwisa eşkere kir ku di havîna sala 2025ê de, nêzîkî 300 koçberên Herêma Kurdistanê ji aliyê milîsên Lîbyayê ve hatine revandin û eşkencekirin, ku bo azadkirina her kesekî daxwaza 5000 dolaran dikir, lê hikûmet bi rêya lîjneyeka bilind kar bo rizgarkirina wan dike.
Daxwaza ji civaka navdewletî
Di dawiya gotara xwe de jî, Dîndar Zêbarî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî parastina rûmeta mirovan e û vegerandina bi zorê red dike. Daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku piştgiriya darayî û ewlehî bo Herêma Kurdistanê zêde bikin, ji ber ku bargiraniyeka mezin a demografî û aborî li ser navê tevahiya cîhanê hilgirtiye.
Biryar e hevdîtinên Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Neteweyên Yekbûyî û nûnerên welatan heta 4ê Tîrmeha 2026ê li Viyanayê berdewam bin.