Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê, bi amadebûna Wezîrê Dervey ê Sûriyeyê, li Koçka Gel li Şamê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îraqê û şanda li gel wî kir û pê re peywendiyên dualî û rêyên pêşxisitina alîkariyê di warên cuda cuda de nîqaş kirin.

Serokatiya Sûriyeyê îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Esed Şeybanî, li Koçka Gel li Şamê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên û şanda li gel wî kir.

Di wê civînê de, her du aliyan behsa peywendiyên dualî û rêyên pêşxistina hevkariyan di warên cuda cuda de kir. Hevdem, dawî guhertin û pêşhatên di asta herêmî û navdewletî de hatin nîqaşkirin û tekezî li ser bilindkirina asta hevahengî û şêwirmendiya navbera her du welatên cîran li beranberî astengiyên hevpar hat kirin.

Ev hevdîtina lûtkeyê li Şamê piştî wê yekê tê ku her du wezîrên derve yên Îraq û Sûriyeyê pêştir civiyabûn û li ser nûjenkirina boriyên petrolê û avakirina lîjneyeka bilind a hevpar lihev kiribû.