Kurdistan24 gihîşt xala herî hestiyar a nakokiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Kurdistan24ê wekî yekemîn medyaya Kurdî gihîşt Tengava Hurmizê ku wekî dilê veguhestina enerjiya cîhanê tê hejmartin.
Tîma Kurdistan24ê ji bajarê Bender Ebbasê ber bi dilê Tengava Hurmizê ve bi rê ket. Dîmenên taybet ên kameraya Kurdistan24ê keştiyên mezin ên veguhestina sotemeniyê û konteynerên mezin nîşan didin ku bi baldarî di vê rêrewa teng re derbas dibin.
Yek ji pênc parên petrola cîhanê di vir re derbas dibe
Tengava Hurmizê ne tenê rêrewekî asayî ye; li vir rojane zêdetirî 20 milyon bermîl petrol tê veguhestin. Ev bir, yek ji pênc parên (1/5) pêdiviya hemû cîhanê bi enerjiyê pêk tîne. Her cure têkçûna ewlehiyê yan jî gefa girtina tengavê, metirsiyeke mezin li ser bazarên enerjiya cîhanê û aboriya navdewletî ava dike.
Çavdêriya serbazî û danûstandinên dîplomatîk
Kameraya Kurdistan24ê her wiha keştiyên şer nîşan dide ku ji dûr ve çavdêriya rewşê dikin. Ev tevgera serbazî di demekê de ye ku herêm di nava rageşiyeke giran a dîplomatîk de ye. Hevdem ligel vê tevgera deryayî, tê payîn ku îro 30ê Hezîrana 2026an, li Dohaya paytexta Qeterê danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de dest pê bikin.
Hurmiz: Karta fişarê ya herêmî
Tengava Hurmizê ya ku dikeve navbera Oman û Îranê, Kendava Erebî bi Deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî ve girê dide. Ev der ji bo Îranê li dijî welatên Rojava wekî mezintirîn "karta fişarê" tê bikaranîn.
Girtina vê tengavê di mehên borî de, bûbû sedema krîzeke mezin a enerjiyê. Piştî şerekî ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, di 18ê Hezîrana borî de her du alî gihîştin hevtêgehiştinekê û tengav ji nû ve li pêşberî veguhastina navdewletî hat vekirin.