Desteya Geştûguzarê: Kurdîkirina cih û pisûleyan qonaxên baş birîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya parastina zimanê dayikê û zêdekirina derfetên kar bo welatiyên navxweyî de, Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê tekez kir ku zimanê Kurdî li deverên geştyariyê xeta sor e û zêdetirî 80% ji destê kar di vî sektorî de xelkê navxweyî ye.
Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Komîteyeka bilind bo bicihanîna biryara hejmar 172 heye, ku ev biryar hemî sektoran vedigire. Di civîna îro de jî hat tezekirin ku divê rêjeya destê kar ê navxweyî di sektora geştyariyê de bi kêmî ve %75 be.
Zêdetirî 80% ya karmendan xelkê navxweyî ye
Berdevkê Desteya Geştûguzarê diyar jî kir ku her çend ev biryar di sala 2022ê de hatiye dan û her ji wê çaxê ve me xistiye warê bicihanînê, di sektora geştiyariyê de li gorî wan amar û datayên ku li bal wan hatine tomarkirin, zêdetir ji 80% ya karmendên sektora geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê niştîmaniyên Herêma Kurdistanê ne.
Zimanê Kurdî xeta sor e
Di derheqa bikaranîna zimanê Kurdî li cih û navendên geştyariyê de jî, Îbrahîm Ebdulmecîd ron kir ku divê hemî bingehên geştyariyê pabendî bikaranîna zimanê Kurdî bin û di vî warî de qonaxeka gelek baş hatiye birîn.
Navborî tekez jî kir: "Zimanê Kurdî li bal me xeta sor e. Divê hemî bingehên geştyariyê pabendî bikaranîna zimanê Kurdî bin. Li her dereka ku nav û tabloyên wan bi zimanekî dî hatibin nivîsandin, tîmên me rasterast li pey diçin û rûbirûyî lêpirsînê dibin."
Herwisa eşkere kir ku eger her cihekê geştyariyê di nivîsandina navê bazirganî an jî di pîsuleyên (fatorên) xizmetkariyê de zimanê Kurdî bi kar neanîbe, rê pê nayê dan.
Planên girêdayî karmendên biyanî û perwerdeya navxweyî
Di derheqa karmendên biyanî de, yên ku di warê geştyariyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin, Berdevkê Desteyê diyar kir ku ew dixwazin mekanîzmekê peyda bikin da ku ew karmend zû hînî zimanê Kurdî bibin. Herwisa plan heye ku kors û rahênanên taybet bo karmendên navxweyî bên vekirin, daku asta şiyana destê kar ê navxweyî bê bilindkirin û bikaribe daxwaz û hewcedariyên bazara geştyariyê bi tevahî tije bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 21ê Sibata 2023ê ferman dabû ku divê hemî cihên giştî nav û tabloyên xwe bi zimanê Kurdî binivîsin, ji bo vê meremê jî 40 rojan destûrî bi xwediyên wan hat dan, daku pabendî wê biryarê bin.