Mihemed Şukrî: Em dixwazin ezmûna kompanyayên Îspanyayê veguhêzin Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê warên hevkariyê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Mursiyayê ya Îspanyayê de destnîşan kirin, û tekezî li ser veguhastina ezmûna kompanyayên Îspanyayê bo bilindkirina şiyana kadroyên navxweyî û pêşxistina jêrxaneya aborî kir.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê), di çarçoveya karên Korbenda Aborî ya Hevpar a di navbera Herêma Kurdistanê û herêma Mursiyayê ya Îspanyayê de, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê, hûrgiliyên warên serekî, ku her du alî dikarin hevahengiyên xurt û demdirêj ava bikin, eşkere kirin.
Geştyariya şûnwarî û bilindkirina şiyanan
Serokê Desteya Veberhênanê bal kişand ser sektora geştyariya şûnwarî û wekî yek ji mijarên herî girîng bi nav kir û ragihand: "Geştyariya şûnwarî bo me li Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeka taybet e. Em dixwazin bi rêya hevkariya kompanyayên biyanî û bi taybetî yên Îspanyayê asta şiyana xelkê xwe bilind bikin, daku em bikarin zêdetir geştiyaran bo deverên geştyarî û dîrokî yên Herêma Kurdistanê bikişînin."
Peywendiyên xwendina bilind û lihevguhertina xwendekaran
Ji aliyekî dî ve jî, Mihemed Şukrî peywendiyên xwendina bilind wekî destkeftiyeka dî ya vê hevahengiyê da zanîn û got: "Xwendekarên me li vê derê li Îspanyayê mijûlî xwendina master û doktorayê ne. Em dixwazin vê lihevguhertinê berfirehtir bikin, daku zêdetir xwendekarên me bên vê derê bo naskirina çand û zimanê Îspanyayî; hevdem xwendekarên wan jî bên Herêma Kurdistanê, bo encamdana lêkolînên zanistî li zanîngehên me."
Zêrîntirîn fersend: Çandinî û pîşesaziya xwarinê
Di derheqa sektora çandinî û pîşesaziya xwarinê de, Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir ku ev war fersendeka zêrîn e bo karkirina hevpar. Ron jî kir ku Herêma Kurdistanê roj bi roj ber bi pêşketinê ve diçe, bi taybetî di sektorên jêrxane, pîşesazî, avakirina bendavan û pîşesaziya xwarinê de; û mimkin e pişkdariya kompanyayên Îspanyayê bibe sedema bilezkirina pêşxistina piralî ya Herêma Kurdsitanê.
Li roja Duşemê (29ê Hezîrana 2026ê), bi merema pêşxistina peywendiyên bazirganî û peydakirina fersendên nû yên veberhênanê, Korbenda Aborî û Veberhênanê ya Hevpar a di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanyayê de li herêma Mursiyayê dest bi karên xwe kiribû.
Di vê korbendê de, şandeka fermî û aborî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, li gel rêveber û nûnerên 65 kompanyayên Îspanyayê û 30 kompanyayên Herêma Kurdistanê tevlî wê bûn.