KCK: Deshilatê bersiva pêşniyarên Ocalan nedaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku ji 24ê Gulana borî ve ti zanyar û peywendiyek ligel Abdullah Ocalan çê nebûye û deshilatê bersiva pêşniyarên wî nedaye.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Ji 24ê Gulanê ve heta niha ti dîdarek ligel Ocalan nehatiye kirin. Piştî dîdara 24ê Gulanê, biryar bû ew pêşniyarên ku ji aliyê Ocalan ve hatibûn pêşkêşkirin, ji aliyê deshilatê ve bên nirxandin."
Bêdengiya deshilatê û helwesta li ser Îmraliyê
KCKê diyar jî kir ku diviyabû encama wê nirxandinê ji Ocalan re bihata ragihandin, lê ji wê rojê ve heta niha ti peywendî yan rûdaneka nû ku hêjayî nirxandinê be çê nebûye û tu zanyar negihîştine destê wan.
Koma Civakên Kurdistanê tekez jî kir: "Em piştrastî wan bizavan bûn ên ku di dema borî de hatine kirin. Di vî çarçoveyî de, heta eger bi kêmasî ve jî be, dîsa jî me raporta Komîsyona Demokrasî, Aşitî û Biratiyê bi rengekê erênî dît."
KCKê amaje jî da: “Me di Kongreya 12ê de biryar da ku pêvajoya bidawîanîna hemî çalakiyan û danîna çekan ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê birêvebirin, ku ew jî tenê di bin şert û mercên karkirina azad de dikare vî karî bike.
Wê hişyarî jî da: "Siyaset û kiryarek bêyî Ocalan û bêyî afirandina şert û mercên karkirina azad nayên qebûlkirin. Heta ku nêzîkbûneka erênî ligel dosyeya Ocalan neyê nîşandan û pêngav neyên avêtin, kes nikare biryarên Kongreya PKKê bi cih bîne."