Welatiyên Silêmaniyê ji lihevkirina YNK û Nifşê Nû nîgeran in
Navenda Nûçeyan (K24) – Parek ji welatiyan bajarê Silêmaniyê nîgeraniya xwe li beramberî lihevkirina nû ya navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) diyar dikin û wê wekî "berjewendiyeka siyasî" pênase dikin.
Parek ji welatiyên bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyên xwe de bo Kurdistan24ê ragihandin ku opozîsyonê bi navê guhertina rewşa siyasî û rûbûbûna yekdestiyê dengên xelkê nerazî bi dest xistin, lê niha ji bo meremên siyasî û di bin zextê de di girtîgehê de neçarî lihevkirinê hatine kirin. Ji ber vê yekê, wan bêhêvîbûna xwe ji opozîsyonê diyar kir.
Rexneyên li ser "Lihevkirina Girtîgehê"
Welatiyekî bal kişand ser wê yekê ku ev lihevkirin ti feydeyekê nagihîne xelkê û got: "Beriya niha lihevkirina ligel Tevgera Goranê jî hatibû kirin lê ti feydeyek bo xelkî nebû, ev tenê ji bo danana zextê li ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye."
Kesekî dî jî got ku lihevkirina birastî û di berjewendiya gel de tenê di navbera du hêzên serekî (PDK û YNK) de çê dibe, lê ev bizava niha tenê qeyranan kûrtir dike û dibe sedema nebûna tenahiyê.
Gelek ciwan û şêniyên bajarê Silêmaniyê tekez dikin ku Nifşê Nû kursiyên xwe bi dirûşmên opozîsyonbûnê bi dest xistine, lê niha reftarên wan piştî hilbijartinan bi tevahî ji gotarên wan ên bangeşeyê cuda ne. Ew herwesa vê lihevkirinê wekî senaryoyeka pêşwext dibînin, ku di bin zextê de ji aliyê Şaswar Ebdulwahîd ve hatiye qebûlkirin.