Silêmanî: Agir berbû malekê û keçeka 15 salî bû qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştînîvroya îro di encama rûdana şewatekê de di nav malekê de li bajarê Silêmaniyê, keçeka 15 salî canê xwe ji dest da û lêkolîn li ser sedema wê rûdanê hatiye destpêkirin.

Çavkaniyekê ji Navenda Hawarçûna Bilez a Silêmaniyê (122) bo Kurdistan24ê ragihand ku piştînîvroya îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê) li taxa "Kanî Spîke"yê ya bajarê Silêmaniyê, agir berbû malekê.

Wê çavkaniyê herwesa bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber vê şewatê, keçeka 15 salî canê xwe ji dest daye.

Heta niha sedema serekî ya wê şewatê nehatiye zanîn û hêzên ewlehiyê û aliyên peywendîdar bo eşkerekirina hûrgiliyên wê rûdanê dest bi lêkolînan kiriye.