Kirmanşan li ser asta Îranê çavkaniya serekî ya berhemanîna nokan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, demsala dirûtina nokan bi rêya amûrên deraseyê dest pê kiriye. Ev parêzgeh bi çandina 165 hezar hektarên zeviyan û pişkdariya zêdetir ji 100 hezar cotkaran, li ser asta Îranê berhemînera yekê ya nokan e.

Li gorî amarên çandiniyê yên parêzgeha Kirmanşanê, ew 165 hezar hektarên ku li Kirmanşanê nok lê hatine çandin rêjeya 37% ya tevahiya wan zeviyan pêk tîne yên ku li seranserî Îranê bo vî berhemî hatine veqetandin.

Pêşbîniya 140 hezar tonên berhem

Tê pêşbînîkirin ku îsal li parêzgeha Kirmanşanê zêdetir ji 140 hezar tonên nokan bên berhemanîn. Ev hejmar rêjeya 40% ya tevahiya berhema nokan a li ser asta Îranê ye.

Bi vî rengî, Kirmanşanê navê xwe wekî çavkaniya serekî û herî mezin a vî berhemî li ser asta deverê tomar kiriye û bi cudahiyeka zêde li pêş parêzgehên dî ye.

Baranên Biharê berhemên cotkaran zêde kirin

Par ji ber hişkesalî û kêmaviyê, berhema nokên Kirmanşanê bi rêjeya %17 daketibû û gihîştibû kêmtir ji 120 hezar tonan. Lê îsal ji ber baranên baş ên demsala Biharê û peydabûna ava pêdivî, berhem bi awayekî berçav zêde bûye. Cotkarên deverê diyar dikin ku rewşa îsal gelek ji pêşbîniyên wan baştir û biberekettir e.