Trump: Me ji ber sedemên mirovî hefteyek molet daye Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 250emîn salvegera serxwebûna welatê xwe de Rushmore gotarek pêşkêş kir û derbarê şerê bi Îranê re û krîza Venezuelayê de peyamên tund dan.

Donald Trump di gotara xwe de aşkere kir, Washingtonê ji ber sedemên mirovî moleta hefteyekê daye Îranê, da ku Tehran karibe merasîmên veşartina Rêberê Bilind Elî Xameneyî bi rê ve bibe û di vê heyamê de çalakiyên leşkerî hatine rawestandin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir, Îranî bi her awayî hewl didin bi Amerîkayê re bigihîjin lihevkirineke siyasî. Herwiha bal kişand ser hêza Amerîkayê û got: "Me derbeyên gelek giran li Tehranê xistin. Binêrin, me di nav rojekê de dawî li rûbirûbûnên li Venezuelayê anî." Trump Amerîka wekî "mezintirîn pêşkêşkarê xizmetên mirovî di dîrokê de" pênase kir.

Tevî ku di Hezîranê de di navbera Washington û Tehranê de belgeyeke lihevkirinê ya ji 14 xalan pêkhatî hatibû îmzekirin, hîn hinek pirsên teknîkî nehatine çareser kirin. Li gorî zanyariyan, pirsgirêka sereke li ser birêvebirina Tengava Hormuzê ye.

Îran daxwaz dike ku bi hevparî ligel Omanê tengavê birêve bibe û baca xizmetguzariyê wergire, lê Amerîka û Oman bi tundî li dijî vê pêşniyarê derdikevin. Danûstandinên bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê li Swîsra û Dohayê berdewam, dikin da ku lihevkirineke dawî pêk were.