Li Hewlêrê benzîn bi sîstema ‘kobon’ê tê dabeşkirin: Koçber û penaber jî sûdê jê werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Petrol û Kanzeyan a Hewlêrê ragihand, amadekariyên dabeşkirina benzînê bi sîstema kobonê ber bi dawiyê ve diçin. Ev biryar penaber û koçberên ku li sînorê parêzgehê dijîn jî li xwe digire.
Berpirsê Pişkinîn û Şopandinê di Rêveberiya Petrol û Kanzeyan a Hewlêrê de Salar Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, proseya derxistina kobonan dest pê kiriye û zêdetirî karên wê hatine temamkirin. Mihemed diyar kir, di demeke nêz de li benzînxaneyan dabeşkirin dê bi vê sîstemê bibe û ew tenê li benda dabînkirina birê benzînê ya pêwîst in.
Derbarê koçber û penaberên li Hewlêrê ku metirsiya bêparbûna ji vê sîstemê hebû, Salar Mihemed aşkere kir ku navên wan jî hatine tomarkirin. Diyar kir jî, derxistina kobonan ji bo penaberên Sûrî yên di kampan de bi dawî bûye û di çend rojên bê de dê ji bo penaber û koçberên li taxan dijîn jî dest pê bike.
Li gorî amaran, li bajarê Hewlêrê zêdetirî milyonek otomobîl hene. Ji bo ku sîstema kobonê bi serkeftî bimeşe, rojane pêdivî bi 2 milyon lître benzîn heye.
Ji bo kontrolkirina bilindbûna bihayê benzînê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku sîstema "kobon"ê cibicî bike. Li gorî vê sîstemê, êdî dabeşkirina benzînê dê bi wekhevî û li gorî birê diyarkirî (kote) bibe, daku her welatî bikaribe bi bihayekî erzan sotemeniyê peyda bike.
Ji aliyê din ve, Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh 4ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo çareserkirina kêşeya kêmkirina benzînê û kontrolkirina bihayê wê, wan destûr daye benzîn bê hawerdekirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li xalên kontrolê hêsankariyên pêwîst werin kirin, daku benzîna bi kalîte bigihîje bazarên Herêmê.
Di demên dawî de bihayê benzînê li Herêma Kurdistanê ji ber guhartinên di bazarên cîhanî de, rewşa ewlehiyê ya navçeyê û pirsgirêkên veguhastinê bilind bûbû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide bi rêya hêsankariya ji bo kerta taybet û sîstemên nû, sotemeniyê li bazarê zêde bike û barê welatiyan sivik bike.