Veberhênana Dihokê: Bi biryara Serokwezîr hêsankarî ji bo veberhêneran tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Veberhênanê ya Dihokê ragihand, her veberhênerê ku li herêmên "kêmgeşepêdayî" projeyan cîbicî bike, dê ji xercên xizmetguzariyan bên bexşandin.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Dihokê Dr. Heval Sidîq ji Kurdistan24ê re ragihand, bi fermana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, ji bo veberhênerên li herêmên kêmgeşepêdayî projeyan çêdikin, hêsankariyên temam tên kirin û dê ji xercên xizmetguzariyan bên bexşandin.
Dr. Heval Sidîq amaje bi wê yekê kir, hejmarek veberhêneran amadehiya xwe nîşan dane ku li wan herêman dest bi projeyan bikin û di demeke nêz de dê dest bi kar bibin.
Derbarê destnîşankirina wan herêman de, diyar kir ku komîteyeke taybet çend navçe wekî "herêmên kêmgeşepêdayî" diyar kirine ku ev in: Akrê, Amêdî, Şêxan, Berdereş û nahiyeyên Mankêş û Xankê.
Rêveberê Veberhênanê tekez kir, veberhênerên li wan sînoran projeyên ji bo berjewendiya giştî çêbikin, dê ji xercên xizmetguzariyên wekî av, elektrîk û yên din bên bexşandin. Dr. Heval destnîşan kir, ev proje dê bibin sedema vejandin û geşepêdana herêmên dûrdest û encamên van planên hikûmetê dê di demeke nêz de diyar bibin.
Li gorî amaran, ji sala 2006an û vir ve, piştî derketina Yasaya Veberhênanê, qebareya veberhênanê li parêzgeha Dihokê gihîştiye nêzîkî 15 milyar dolaran. Heya niha molet bi zêdetirî 300 projeyan hatiye dan ku di rêza yekem de sektora niştecihbûnê (avahîsazî), di rêza duyem de sektora geştiyariyê û di rêza sêyem de jî sektora çandiniyê cih digire.