Derbarê dergehên sînorî yên Herêmê de çend biryar û pêşniyarên nû tên derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê ji bo Aboriyê, derbarê birêkxistina dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê, yekkirina Lêborîna gumrikan û parvekirina dahatê, çend pêşniyar û biryarên nû pêşkêşî hikûmetê kirin.
Li gorî nivîseke fermî ku Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî îmze kiriye, Encûmena Wezîran a Iraqê ji bo Aboriyê, di civîna xwe ya pêncem de bi şandeya Hikûmetê Herêma Kurdistanê re mijara gumrikan û sîstema "Asycuda" ya cîhanî gotûbêj kiriye û ev pêşniyar amade kirine:
1. Komîteya hevbeş û girtina dergehên nefermî
Biryar hatiye dayîn ku komîteyeke hevbeş di navbera Bexda û Hewlêrê de bê avakirin. Erkê vê komîteyê ew e ku lêkolîneke giştgir li seranserê hêla sînorî ya Herêma Kurdistanê bike û serdana hemû dergehên fermî û nefermî bike.
Di nivîsê de hatiye diyar kirin ku ew dergehên mercên wan ne di cih de ne, dê di nava 30 rojan de rapor li ser bê amadekirin û ji aliyê Hêzên Parastina Sînor ên Federal ve bên girtin.
2. Yekkirina lêborîna gumrikan
Wezareta Darayî ya Iraqê bi hevahengiya bi Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê re, dê reşnivîseke yekgirtî ji bo hemû "lêborînên gumrikî" amade bike. Ev reşnivîs piştî ku ji aliyê Encûmena Wezîran a Federal ve hat pejirandin, dê li hemû dergehên sînorî bê bicihkirin.
3. Parvekirina dahata dergehan: 50% bi 50%
Ji bo parvekirina dahata gumrikê ya dergehên Herêma Kurdistanê, Encûmena Aborî du pêşniyar danîne ber destê hikûmetê:
- Pêşniyara Yekem: Hemû dahata dergehên Herêmê ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê bê şandin. Di beramber de, Bexda mehane 50% ji wê dahatê wekî para Herêmê li ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê zêde bike.
- Pêşniyara Duyem: Li her dergehekî sînorî du hesabên bankê bên vekirin. Dahata ku tê komkirin, rasterast bê parvekirin; 50% biçe hesabê Bexdayê û 50% jî biçe hesabê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê.
Di dawiya nivîsê de hat daxwazkirin ku ev pêşniyar ji bo biryara dawî pêşkêşî Encumena Wezîran a Iraqê bên kirin, da ku bi fermî dest bi bicihkirina wan bê kirin.