Zeydî: Em bo damezrandina ‘Sindoqa Iraqî-Tirkî’ kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê di civînekê de ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê bizavên welatê xwe bo damezrandina "Sindoqa Iraqî-Tirkî" ragihand, ku armanca wê tewmîlkirina projeyên veberhênan û pêşxistinê ye.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, di wê civînê de danûstandin li ser rêyên bihêzkirina alîkariyên dualî yên navbera her du welatan hat kirin û çend dosyeyên giring ên ji bo her du aliyan giring hatin nirxandin.

Sindoqa nû û projeyên stratejîk

Serokwezîrê Iraqê tekez jî kir ku peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê li ser bingeha girêdanên dîrokî, cografî û berjewendiyên hevpar ên demdirêj ava bûne. Zeydî amaje jî da ku ji bo pêşxistina alîkariyên wan di warên cuda cuda de, derfetên berfireh li pêş her du welatan hene.

Zeydî diyar jî kir ku hikûmet ji bo damezrandina "Sindoqa Iraqî-Tirkî" kar dike, bi armanca temwîlkirina projeyên veberhênan û pêşxistinê li Iraqê. Ev jî dê bo bilezkirina bicihanîna projeyên stratejîk û bihêzkirina hevpariya aborî di navbera Bexda û Enqereyê de alîkar be.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê silavên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan gihandin Serokwezîrê Iraqê û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe bo Bexdayê diyar kir. Wî tekez jî kir ku welatê wî giringiyeke mezin dide peywendiyên ligel Iraqê, ev jî ji ber wê pêgeha serekî ye ya ku Iraqê li ser asta deverê heye.

Qadên Hevpariyê û Projeya "Rêya Pêşxistinê"

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê bal kişand ser wê giringiya taybet a ku Erdoğan dide projeya "Rêya Pêşxistinê", ji ber wê hevpariya aborî û stratejîk a ku ji bo deverê heye. 

Alparslan Bayraktar amadebûna welatê xwe bo hevpariyeke stratejîk a berfireh di warên petrol, gaz, enerjiya elektrîkê û girêdanên herêmî de, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike û piştgiriya rêyên pêşxistina her du welatan bike.