New York Times armanca êrîşên Amerîkayê bo ser Îranê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "New York Times"ê di raportekê de, ku girêdayî daxuyaniyên berpirsên bilind ên Amerîkayê ye, aşkere kir ku armanca serekî ya operasyona serbazî ya nû ya Waşintonê neçarkirina Tehranê ye ku rêyê bide hatin û çûna azad a keştiyên petrolhilgir û bazirganî di Tengava Hurmizê de, herwesa zexteke bihêz e bo vegerandina Îranê bo ser maseya danûstandinan li ser bernameya wê ya atomî.
Li gorî gotinên çend berpirsên bilind ên Amerîkayê, ku ji bo rojnameya “New York Times”ê axivîne, Waşinton dixwaze bi rêya van zextên serbazî Tehranê neçar bike ku dest bi danûstandinan bike, bi taybetî li ser pirsa embarên uranyuma dewlemendkirî.
Amaje bo wê yekê jî hatiye kirin ku ev stratejî bê xeterî nîne; ji ber ku Îran dikare bêyî daxistina bi ttemamî ya Tengava Hurmizê û tenê bi armancgirtina çend keştiyên destnîşankirî an çêkirina gefan li ser deryavaniyê tirs û fikarê li cem kompaniyên bîmeyê û yên veguhastinê çê bike û livîna bazirganî leng bike.
Rewşa Aborî ya Îranê û Stratejiya Trump
Di pişkeka din a raportê de hatiye ku îdareya Donald Trump li ser dem û xirabiya rewşa aborî ya Îranê şertanê dike. Berpirsên Amerîkayî li wê bawerê ne ku dubare destpêkirina dorpêça deryayî dê bibe sedema daketina berçav a hinardekirina petrola Îranê û bi vî rengî dê yek ji herî giringtirîn çavkaniyên darayî yên Tehranê ziha bibe.
Ji aliyekê din ve jî, berpirsan ron kiriye ku heta niha Trump fermana şerekî giştgir nedaye, ji ber tirsa rengvedana Tehranê bo ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li welatên Kendavê an êrîşkirina ser dezgehên enerjiyê, ku dibe bibe sedema bilindbûna bilez a nirxê petrol û gazê di bazarên cîhanî de.
Ev pêşveçûn piştî wê yekê tên ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku artêşa welatê wî gera sêyê ya êrîşên xwe di dema vê hefteyê de bo ser armancên Îranê kir. Ev aloziyên serbazî piştî têkçûna wê agirbestê tên ên ku di meha Hezîrana borî de (piştî çend mehên ji pevçûnên giran) di navbera her du aliyan de hatibû berfirehkirin.