Supaya Pasdaran bi mûşek û dronan êrîşî baregeheke Amerîkayê ya li Urdinê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan bi mûşek û dronan êrîşî baregeha asmanî ya Amerîkayê "El-Ezreq" a li welatê Urdinê kiriye û di encamê de 5 firokeyên Amerîkayê hatine têkbirin.

Supaya Pasdaran a Îranê, îro 18ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan di çarçoveya qonaxa 20emîn a operasyona bi navê "Nesr 2" de hatiye encamdan. Supaya Pasdaran got ku di vê êrîşê de sekoya westana firokeyên û sîstema parkkirina firokeyan hatine armanckirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Herî kêm du firokeyên şer û sê firokeyên din ên Amerîkayê bi tevahî hatine têkbirin û ziyaneke pir mezin gihîştiye hejmareke din a firokeyan jî."

Supaya Pasdaran destnîşan kir, ev êrîş "bersivek e li dijî kiryarên Amerîkayê". Îranê hêzên Amerîkayê tawanbar kirin ku ji bo veşartina "şikestên xwe yên serbazî", saziyên sivîl ên wekî nexweşxane, pir, xetên trênê, bender û firokxaneyan bombebaran dikin û sivîlan dikujin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran bang li gel û artêşa Urdinê kir ku li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li welatê wan rabin. Îranê hêzên Amerîkayê wekî "dagirker" pênase kir û daxwaz kir ku axa Urdinê ji wan were paqijkirin.