Eyad Ellawî: Êrîşên li ser Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Niştimanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Ellawî, êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê wekî "binpêkirineke metirsîdar a serweriya Iraqê" pênase kir.
Eyad Ellawî îro 18ê Tîrmeha 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir tê de bi tundî li dijî êrîşên mûşekî û dronî yên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, derket.
Ellawî diyar kir, ev cure êrîş binpêkirineke mezin û metirsîdar a serweriya xaka Iraqê ne. Herwiha destnîşan kir, ev kiryar rasterast ewlehiya welatiyan û aramiya tevahiya welat dixin bin metirsiyê.
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî banga yekîtiyê kir û got: "Berdewambûna van destdirêjiyan wê rastiyê diseleminîne ku divê hemû hewildanên niştimanî werin yekxistin. Ev yek ji bo parastina serweriya Iraqê, ewlehiya gel û rûbirûbûna her metirsiyeke ku bixwaze aramiyê têk bibe, pêdiviyeke giring e."
Eyad Ellawî ku piştî rûxandina rejîma Beisê di sala 2003an de wekî yekemîn serokwezîrê Iraqê hatibû erkdarkirin, niha serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî dike.
Ev peyama Ellawî di demekê de tê ku di nava çend rojên borî de paytext Hewlêr û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, rûbirûyê gelek êrîşên dronî û mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdar ên ser bi wê ve bûne.