Kuweyt: Êrîşên Îranê bûne sedema ziyanên canî û madî
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li ser westgehên petrol, elektirîke û avê yên Kuweytê, hejmarek karmend birîndar bûn û ziyaneke mezin a madî gihîşt binesaziya enerjiyê ya wî welatî.
Kompanyaya Niştimanî ya Petrola Kuweytê (KNPC), îro 18ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniya xwe de ragihand, Îranê bi awayekî peyderpey êrîşî navendên giring ên petrolê kiriye.
Kompanyaya Petrola Kuweytê aşkere kir, ev "destdirêjiya" Îranê bûye sedema birîndarbûna hejmarek karmendan û şewateke mezin di navendên hilberînê de derketiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ziyanên madî yên giran gihîştine damezraweyan.
Wezareta Derve ya Kuweytê jî bi tundî êrîşên ku westgehên elektirîkê û navendên şîrînkirina avê kirine armanc, şermezar kirin û ev êrîş wekî "pêvajoyeke şerxwazane" û "binpêkirina eşkere ya hiqûqa navdewletî" pênase kir. Herwiha destnîşan kir jî, Kuweyt mafê xwe yê parastina xak û ewlehiya xwe diparêze.
Ji aliyê din ve, Artêşa Kuweytê ragihand ku sîstemên wan ên berevaniyê karîne hejmarek mûşekên balîstîk û dronên Îranê li asîmanê welat têk bibin. Artêşê diyar kir, parçeyên mûşekên hatine xistin li hinek deveran ketine xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne. Lê hat piştrastkirin ku êrîşên gihîştine armancên xwe, di kerta petrol, av û elektirîkê de, bûne sedema karesatên mezin û pêketina agir.
Ev êrîş di demekê de pêk tên, Spaya Pasdaran ê Îranê sibeha îro ragihandibû ku wan êrîşî baregehên serbazî û lojîstîk ên Amerîkayê li Kuweyt, Behreyn û Urdinê kiriye.