Ingiltirayê bi serkeftineke mezin Fransa têk bir û bû 3emîna Mondîala 2026an
Navenda Nûçeyan (K24) – Di maça diyarkirina sêyemîn û çaremîn a Kupa Cîhanê 2026an de, Hilbijardeya Neteweyî ya Îngiltirayê di maçeke tije gol de, Fransa bi encama (6 – 4) têk bir û cara yekemîn di dîroka xwe de bû xwediyê medalyaya boronz a Kupa Cîhanê.
Kupa Cîhanê ya 2026an ber bi dawiyê ve diçe û di maça ji bo pileya sêyemîn de, mihrecaneke golan hat nîşandan. Ingiltira û Fransa li ser xaka Amerîkayê rûbirûyê hev bûn û maçeke ku dê neyê jibîrkirin lîstin.
Îngiltirayê pir bi lez dest bi maçê kir û di nîveka yekem de Fransa bêdeng kir. Golên Îngiltirayê bi rêya Declan Rice (xuleka 3an) Ezri Konsa (xuleka 18an) û Bukayo Saka (xulekên 37 û 45+1an)
Bi van golan Ingiltira bi encama 4-0 çû bêhnvedanê.
Di nîveka duyem de Hilbijardeya Fransayê hewil da ku vegere maçê. Stêrkê Fransayê Kylian Mbappé du gol (48 û 54) û Bradley Barcola golek (66) avêtin û encam kir (4 – 3).
Lê belê, stêrkê Arsenalê Bukayo Saka di deqeyxuleka 87an de bi penaltiyekê gola xwe ya sêyemîn avêt û "hat-trick" kir, encam kir (5 – 3). Fransayê bi gola Ousmane Dembele (96) ferq careke din daxist yekê (5-4), lê Jude Bellingham di xuleka 98an de gola dawiyê tomar kir û maç bi (6 – 4) bi dawî bû.
Ev maç bû yek ji wan maçên herî zêde gol tê de hatine avêtin. Ji sala 1982an ve (maça Macaristan û Salvadorê 10-1) cara yekem e ku di maçeke Kupa Cîhanê de 10 gol an zêdetir tên tomarkirin. Rekora herî zêde ya golan di maçekê de 12 gol in.
Ingiltira bi vê serkeftinê, cara yekem e di dîroka xwe de medalyaya boronz (pileya sêyemîn) bidest dixe.