Mesrûr Barzanî: Em dê xizmetkariyan bigihînin tevahiya deverên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê li ser bicihanîna projeyên avadanî û xizmetkariyê berdewam bin, daku xizmetkarî bigihin hemî dever û pişkên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) di merasîmeka taybet de "Projeya Ava Balinda - Barzan" vekir û xist ber xizmeta welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek weşandiye û tê de hatiye: "Îro me projeyeka stratejîk a avê bo 53 gundên girêdayî sînorê qezayên Mêrgesor, Akrê û Xelîfanê vekir, ku ev proje dê asayîşa ava paqij a deverê bo 20 salên bê misoger bike."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku ew dê li ser bicihanîna van projeyan berdewam bin û armanca wan a serekî ew e ku kar bikin, daku xizmetkariyên bingehîn bigihînin hemî pişkên Herêma Kurdistanê.