Îranê Amerîka bi lêdana westgeheke atomî tohmetbar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir ku êrîş kiriye ser westgeheka atomî ya di qonaxa avakirinê de li başûrê rojavayê Îranê.

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de Waşinton tohmetbar kir ku êrîşî ser westgeheka wan a atomî ya nû kiriye, ku ji nû di qonaxa avakirinê de ye. Rêxistinê diyar jî kir ku ev pêngava Amerîkayê bi tevahî li dijî qanûnên navdewletî ye û divê rê lê bê girtin.

Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin: "Di vê kiryara tawankarane de, hêzên dijmin bi çend mûşek û keresteyên teqemeniyê westgeha atomî ya 'Darxwînê' kiriye armanc û zirar gihandiye wê westgehê." Aşkere jî kiriye ku ev westgeh hêj bi tevahî nehatiye qedandin û di bin pêvajoya çêkirinê de ye.

Ev daxuyaniya Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê di demekê de tê ku ev çend roj in Amerîkayê êrîşên xwe yên li ser axa Îranê zêde kirine, û di bersivê de jî Tehranê bingehên serbazî yên Amerîkayê li deverê kirine amanc.