Mihemed Şukrî: Hatina veberhênerên biyanî bo Herêma Kurdistanê zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir ku asta hatina veberhênerên biyanî û brandên cîhanî bo Herêma Kurdistanê zêde bûye û hikûmeta Iraqê jî dixwaze feydeyî ji ezmûna Herêma Kurdistanê, bi taybetî ji "Projeya Ronakîyê" werbigire.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tevî hemî astengiyan, asta hatina veberhênerên biyanî û brandên navdewletî bo Herêma Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve ye."
Mihemed Şukrî destnîşan jî kir ku ev serkeftin nîşana wê yekê ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî giringiyeke mezin dide kerta taybet û afirandina jîngeheka guncayî û aram bo veberhênerên biyanî daku bikarin sermayeyên xwe bînin nav Herêma Kurdistanê.
Bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Projeyên Stratejîk
Serokê Desteya Veberhênanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser destpêşxeriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de û got: "Berî serdana Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel kompaniyên Amerîkayî peyman îmza kiribûn bo pêşxistina kerta enerjiyê. Vê yekê bingeheka bihêz danî û pêngavên din jî dê bibin temamkerê vê binyada ku Mesrûr Barzanî ava kiriye."
Mihemed Şukrî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê her dem wekî modelekî serkeftî yê avedaniyê dimîne û ragihand: "Hikûmeta Iraqê dixwaze feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê wergire, bi taybetî jî di warê 'Projeya Ronakîyê' û çendîn projeyên din yên stratejîk de."