Eraqçî bo Fuad Husên: Peywendiyên Bexdayê û Tehranê stratejîk û xurt in

Fuad Husên û Ebas Eraqçî
Fuad Husên û Ebas Eraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê di pêwendiyeka telefonî de ligel hevtayê xwe yê Îraqî ragihand ku peywendiyên navbera Bexda û Tehranê stratejîk û xurt in û divê ev peywendiyên dîrokî û binirx ji bandora daxuyaniyên kesî û nefermî dûr bin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) peywendiyeka telefonî kir û tê de pêşxistina peywendiyên dualî û berjewendiyên hevpar ên her du welatan nîqaş kirin.

Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de hat: Di van danûstandinan de, Wezîrê Derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku nabe peywendiyên giranbiha yên navbera her du welatan bikevin bin bandora daxuyaniyên kesî.

Her du aliyan rehendên pêşxistina berdewam a aloziyên deverê û bandora wan li ser ewlehî û aramiyê nîqaş kirin, û tekez li ser berdewamiya şêwirmendî û hevahengiya dualî kir, bi armanca rêgirtin li berfirehbûna aloziyan û parastina aştî û ewlehiya herêmî.

Li gorî wê daxuyaniyê, Eraqçî di vê peywendiyê de wesa aniye ziman: "Peywendiyên navbera Îran û Îraqê pir kûr û stratejîk in û li ser bingeha girêdanên dîrokî, çandî, olî û berjewendiyên hevpar ên navbera her du gelan hatine avakirin."

Herwesa wî destnîşan jî kir ku divê ev peywendiyên binirx ji bandora daxuyaniyên kesî û nefermî dûr bin, û caraka din tekez li ser helwesta neguher a Îranê bo rêzgirtina dualî, cîrantiya baş û berdewambûna li ser pêşxistina peywendiyan ligel hikûmet û gelê Îraqê kir.