Parêzgarê Dihokê û Konsulê Komara Çîkê peywendiyên dualî nîqaş kirin

Wêne: Rûpela Facebookê ya Parêzgeha Dihokê
Wêne: Rûpela Facebookê ya Parêzgeha Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê kir û di rûniştinekê de tekez li ser xurtkirina peywendiyên aborî, çandinî û perwerdeyê kir.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) li avahiyê parêzgehê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê Lukash Gjuric û şanda ligel wî kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Parêzgeha Dihokê, di wê hevdîtinê de her du aliyan bal kişand ser peywendiyên dîrokî û dostanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çîkê de.

Herwesa di pişkeka din a wê rûniştinê de, Parêzgarê Dihokê û şanda mêvan tekez li ser berdewamî û xurtkirina peywendiyên dualî kir, bi taybetî di warên bazirganî û aborî, çandinî û kerta xwandinê de.