Bi serperştiya Serok Barzanî Yekemîn Kongreya 'Hejar Mukriyanî' li Almanyayê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê, bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, yekemîn Kongreya Hejar Mukriyanî bi dirûşma "Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen li diyasporayê" tê lidarxistin.
Bi amadebûna Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, îro 20ê Tîrmeha 2026an yekemîn Kongreya "Hejar Mukriyanî" li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dest pê dike.
Serokê Federasyona Kurdistan-Diyasporayê Serdar Jaf ji Kurdistan24ê re ragihand, çavdêrîkirin û serperştîkirina vê kongreyê ji aliyê Serok Barzanî ve, piştgiriya dîrokî ya Barzaniyê Nemir a ji bo avakirina Yekîtiya Nivîskarên Kurd tîne bîra mirov.
Jaf destnîşan kir, ev kongre ne tenê civîneke wêjeyî ye, lê belê projeyeke niştimanî û çandî ye. Armanca sereke ya kongreyê parastina resenatiya wêjeya kurdî, yekxistina dengê nivîskarên li xerîbiyê û gihandina wêjeya Kurdî bo asta navdewletî ye.
Serdar Jaf derbarê hilbijartina navê Hejar Mukriyanî de got: "Hilbijartina navê Hejar Mukriyanî helwestekî niştimanî û hizrî ye. Hejar Mukriyanî, wekî yek ji mezintirîn ronakbîrên Kurd, sembola yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ew ne tenê helbestvan û nivîskarek bû, lê belê di warê çand, dîrok, felsefe û zimên de şopeke mezin li pey xwe hiştiye. Em dixwazin mîrata wî ya dewlemend bi nifşên nû yên li dîyasporayê bidin naskirin."
Di bin dirûşma "Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen" de, kongre hewl dide nivîskarên Kurd ên li diyasporayê ji jiyana takekesî derxîne û di bin sîwana rêxistineke xurt de kom bike. Serdar Jaf diyar kir ku ev yek dê bibe sedem ku dîwarên di navbera nivîskarên Kurd û wêjeya cîhanê de werin rûxandin û çanda Kurdî li ser asta navdewletî baştir were naskirin.
Kongre her wiha wekî pireke di navbera nivîskarên hundirê welat û yên dervayî welat de tê dîtin. Amadekar diyar dikin ku her çend ji ber hinek astengiyên teknîkî û rewşa herêmê hejmarek nivîskarên navxwe nekarîbin beşdar bibin jî, lê di dahatû de dê hêsankariyên zêdetir ji bo vê hevkariyê werin kirin.
Yek ji xalên giring ên kongreyê giringîdana bi medyaya dîjîtal e. Di vê çarçoveyê de malpereke bi navê "Diaspora" hatiye avakirin ku heta niha bi sedan nivîskar û bi hezaran babetên wêjeyî, dîrokî û çandî li ser hatine weşandin. Federasyona Nivîskarên Kurdistan-Diyasporayê armanc dike ku bi rêya teknolojiyê, wêjeya klasîk û nifşên ciwan bigihîne hev.
Tê payîn ku biryar û pêşniyarên di vê kongreyê de werin girtin, veguherin projeyên kiryarî û demdirêj ji bo xizmeta çanda Kurdî li seranserî cîhanê.