Saman Berzincî: Ji bo nexweşxaneya penceşêrê ya Silêmaniyê 28 milyar dînar hatin veqetandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, amarên nû yên budçeya kerta penceşêrê aşkere kirin û ragihand, tenê ji bo sala 2025'an 28 milyar dînara ji bo Nexweşxaneya Hîwa ya li Silêmaniyê hatine veqetandin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî îro 28ê Tîrmehê di konfereanseke rojnamevanî de hûrguliyên piştgiriya hikûmetê ya bo nexweşên penceşêrê parve kirin.
Dr. Saman Berzincî diyar kir ku ji budçeya sala 2025’an, 25 milyar dînara ji bo derman û 3 milyar dînara jî ji bo amûrên bijîşkî yên Nexweşxaneya Hîwa hatine veqetandin. Her wiha aşkere kir jî, di 6 mehên yekem ên sala 2026’an de jî nêzîkî 12 milyar dînara ji bo derman û pêdiviyên bijîşkî hatine xerckirin.
Wezîr Tenduristiyê bal kişand ser projeyeke stratejîk a bi hevkariya UNICEF’ê ya ji bo paqijkirina ava nexweşxaneyan û spasiya Rêxistina Melik Selman kir ku bi bihayê 5 mîlyon dolarî amûrên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê kirine.
Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Saman Berzincî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku ji destpêka Kabîneya Nehem ve budçeyeke taybet bo kerta penceşêrê veqetandiye û destûra avakirina nexweşxaneyên nû li qeza û îdareyên serbixwe daye. Her wiha behsa hevahengiya li gel Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî kir ji bo xurtkirina piştgiriya Nexweşxaneya Hîwa.