Iraq û Almanya sindoqeke hevpar a pêşxistina pîşesaziyê dadimezrînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê bizavên xwe bo piralîkirina çavakniyên dahatê û veguherandina welat bo navendeke giring a veberhênanê zêde dike. Di vê çarçoveyê de, Iraq û Almanyayê li ser damezrandina sindoqeke hevpar a pîşesaziyê li hev kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) bi rêya telefonê ligel Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz axivî. Di wê peywendiyê de, pêşxistina peywendiyên dualî û rêyên pêşxistinê  di war û sektorên cuda cuda de hatin nîqaşkirin.

Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku hikûmet di rûbirûbûna gendeliyê de bi hemî awayên wê berdewam e û kar dike da ku Iraqê bike jîngeheke veberhênanê ya vekirî û balkêş bo piralîkirina çavakniyên aboriyê. Elî Zeydî amaje jî kir ku Almanya hevalbendeka aborî ya giring e û li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam e.

Zeydî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxwaza Iraqê bo berfirehkirina hevsengiya peredana aborî û hatina kompaniyên Almanyayî bo veberhênanê. Wî ron jî kir ku hikûmet bizavê dike sindoqeke hevpar a Iraqî-Almanyayî damezrîne, bo dabînkirina fînansa projeyên pêşxistina pîşesaziya welat ji aliyê Almanyayê ve.

Şêwirmendê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve daxwaza welatê xwe bo bihêzkirina hevkariyan ligel Iraqê di warên cuda cuda de diyar kir û vexwendinnameyeke fermî arasteyî Elî Zeydî kir ku serdana Almanyayê bike.

Friedrich Merz herwesa piştgiriya welatê xwe bo bizavên hikûmeta Iraqê di warê çaksaziyên aborî û darayî de tekez kir û amadehiya kompaniyên Almanyayî bo veberhênanê li Iraqê jî nîşan da.