Li Çemçemalê metirsiya lehiyê bo heta 50 salên bê tê çareserkirin

Wêneyê lehiya par a Çemçemalê / Erşîvê K24ê
Wêneyê lehiya par a Çemçemalê / Erşîvê K24ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Çemçemalê dîzayna çend projeyên stratîjîk ên avrêjan bi dawî aniye û radigihîne ku bi paqijkirin û birêxistina 15 kîlometreyên rêyên avê, metirsiya lehiyê li deverê herî kêm bo 50 salên bê namîne.

Ji bo pêşxistina jêrxaneya avrêjên baranê û rûbirûbûna wan metirsiyên ku sala borî bûn sedema karesatê, Şaredariya Çemçemalê dest bi amadekariyên berfireh kiriye.

Serokê Şaredariya Çemçemalê Endezyar Elî Şêx Reûf di derheqa projeyan de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li dergehê bajarkî çend avrêjên lûleyî hatine çêkirin. Niha dîzayna projeyên nû yên rêgirtina li lehiyê bi temamî bi dawî bûye û di demeke nêzîk de dê biçin qonaxa bicihanînê."

Serokê Şaredariyê piştrastî da welatiyan û got: "Heger proje wekî xwe bi rê ve biçin, em garantiyê didin ku li Çemçemal û bajarkê Şoreşê lehî çê nabin û ev arêşe herî kêm heta 50 salên din tê çareserkirin." Wî aşkere jî kir ku rêyên avê bi dirêjahiya 15 kîlometreyan tên çêkirin û hemî astengiyên li pêş avê tên rakirin.

Di 9ê Berçileya sala 2025ê de, lehiyeka bihêz bajarkê Çemçemalê vegirtibû, ku ji ber wê du kesan jiyana xwe ji dest dabû û zirareka mezin gihabû jêrxaneya rê û rêbaran, kertên çandin û perwerdeyê û malên welatiyan.

Li gorî raportên lîjneyên nirxandinê, sedema serekî ya wê lehiyê bo erdnîgariya deverê, kombûna sîstema avrêjên kevn û avakirina xaniyan li ser rêyên xwezayî yên avê vedigeriya; ji ber wê jî şaredarî ji niha ve pêngavan diavêje daku rêyê li dubarebûna wê karesatê bigire.