Hewlêr: Serokatiya Dozgeriya Giştî daxwaza çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê bi tundî nîgeraniya xwe li beranberî xetimîna rewşa siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê tîne ziman. Dozgeriyê hişyarî da ku nebûna parlamentoyeka çalak û derengketina pêkanîna kabîneya dehê ya hikûmetê zirareka mezin li jiyana welatiyan û saziyên destûrî dike.
Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeka fermî belav kir û tê de ragihand: "Mana Herêmê ji bo demeke dirêj bêyî parlamentoyeka çalak ku nûnera rewa ya gelê Kurdistanê ye, zirareka mezin e di hemî war û astan de. Ev rewş astengî û pirsgirêkên kûr ên qanûnî di piraniya saziyên destûrî yên Herêmê de çê dike ku rasterast peywendiya wan bi maf û jiyana welatiyan ve heye."
"Divê desthilata dadweriyê ji hevrikiya partiyan bê dûrxistin"
Di wê daxuyaniyê de, bi zimanekî tund behsa rawestandin û lengkirina karên Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin û tê de hatiye: "Lengkirina proseya dadweriyê li Dadgeha Pêdaçûnê ji rewşa parlamentoyê zêdetir cihê nîgeraniya me ye. Ji ber ku desthilata dadweriyê saziyeka serbixwe û bêalî ye û tenê qanûn desthilatê bi ser de heye." Dozgeriyê daxwaz jî kir ku dadwerî ji her pêşbazî û hevrikiyeka partiyan bê dûrxistin û rêz li madeya 52 / benda duyê ya Qanûna Desthilata Dadweriyê bê girtin, ku karê partîtiyê li dadweran qedexe dike. Herwiha daxwaz hat kirin ku Dadgeha Pêdaçûnê zû dest bi karên xwe yên asayî bike.
Banga bilez bo aliyên siyasî û fraksiyonan
Dozgeriya Giştî wekî erkê xwe yê qanûnî û li dû madeya 1 / bendên yekê û çarê ya Qanûna Dozgeriya Giştî (ku parastina sîstema Herêmê û serweriya qanûnê erkê wê yê pêşîn e), bang li hemî partî û fraksiyonên serkeftî yên parlamentoyê kir û got: "Bi zûtirîn dem li dû gaziya me werin, daxwaza xelkê bi cih bînin, bizavên xwe ji bo lidarxistina rûniştina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde bikin."
"Berdewamiya Kabîneya Nehê pêdiviyeka destûrî ye"
Di dawiya wê beyannameyê de, bi merema rêgirtina li çêbûna valahiya siyasî û îdarî li Herêma Kurdistanê, Serokatiya Dozgeriya Giştî tekez kir: "Heta wê dema ku parlamento û kabîneya dehê ya hikûmetê tên pêkanîn, berdewambûna karên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdiviyeka destûrî û qanûnî ye, daku karûbarên welatiyan bi rê ve biçin, xizmetkarî bên pêşkêşkirin û aramî bo xelkê Kurdistanê bê parastin."