Bexda lêkolînê li ser êrîşên bi dronan ên li ser Siûdiyê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê dest bi lêkolînekê derbarê wan êrîşên bi dronan ên ku Erebistana Siûdî dibêje ji axa Iraqê ve hatine kirin, kir. Bexdayê tekez dike, ku ew rê nadin axa Iraqê bibe qada êrîşên li ser welatên cîran.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, ferman ji bo aliyên ewlehiyê hatiye dayîn ku bi hûrî lêkolînê li ser van êrîşan bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Iraq pabendî prensîpa cîrantiya baş e û em rê nadin axa me bibe rêrewek ji bo êrîşkirina ser welatên din."

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê, Lîwa Turkî Malîkî, ragihandibû, hêzên wan ên berevaniya asmanî şeva borî çendîn dron li asmanê herêma Rojhilat û Riyada paytext xistine xwarê. Malîkî destnîşan kir ku amanca van dronan westgehên petrolê bûn û got: "Ev êrîş ji axa Iraqê û ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatine kirin." Herwiha ragihand ku mafê wan ê bersivdayînê di dem û cihê guncayî de parastî ye.

Li aliyê din, koma bi navê "Berxwedana Îslamî li Iraqê" bi daxuyaniyekê ev tohmet bi tundî red kirin û diyar kirin ku ti peywendiya wan bi van êrîşan re nîne.

Koma navborî hişyariyeke tund da Riyadê û got: "Her tevgereke bêaqil a Siûdiyê li dijî Iraqê, dê bi bersiveke pir tund re rûbirû bibe ku wan poşman bike." Milîsan ev tohmetên Siûdiyê wekî "dijminatiya li dijî gelê Iraqê" binav kirin.