Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê 10 hezar pirtûk pêşkêşî Pirtûkxaneya Çemçemalê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê di destpêşxeriyekê de nêzîkî 10 hezar pirtûkên cuda cuda pêşkêşî Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê kirin, ev yek jî wekî bizavekê ji bo qerebokirina wan zirarên ku par ji ber lehiyê gihîştibûn wê navenda rewşenbîrî.
Rêvebira Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê Naz Felekdîn Kakeyî îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragehand: "Me îro ligel hejmareka fermanberên pirtûkxaneya xwe serdana Çemçemalê kir û piştî nîqaşkirina li ser rewşa xwandin û pirtûkxaneyan, me nêzîkî 10 hezar pirtûkan ji çavkaniyên cuda cuda pêşkêşî Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê kirin."
Rêvebira Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku di dema rûdana lehiyê û wêranbûna pirtûkan de, wan peymana komkirina hevkariyan dabû, û got: "Hejmareka alî û kesatiyan bersiva daxwaziya me da, di nav wan de: Parêzgeha Hewlêrê, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî, hejmareka parlamenter, nivîskar, rêxistinên sivîl û kesatiyên hizbî û hikûmî."
Rêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê Hêriş Ebdulrehman jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragehand ku pêşkêşkirina hevkariyan berdewam e û heta niha 50 hezar pirtûk ji aliyê xelkê dilsoz ve hatine komkirin. Navborî diyar jî kir ku ev 10 hezar pirtûkên Hewlêrê "valahiyeka mezin di pirtûkxaneya me de tije dikin", lê pêdivîtiya wan bi vavartineka nû heye ji ber ku hin ji wan dubare ne.
Di derheqa karê nûjenkirina avahiyê pirtûkxaneyê de, Hêriş Ebdulrehman nîgeraniya xwe diyar kir û got: "Rêxistineka navxweyî ya Herêma Kurdistanê erkê nûjenkirinê kiribû xema xwe, lê karên wê bi sistî bi rê ve diçin û heta niha tenê %35 ji karan temam bûye. Di demekê de ku biryar bû çend karên din bo pirtûkxaneyê bên kirin, lê ew rêxistin ji temamkirina pêvajoyê poşman bûye û pişkeka karan em bi xwe dikin."
Ji ber pêleka barana dijwar û rûdana lehiyê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û bi taybetî li Çemçemalê, li roja 9ê Berçileya 2025ê zirareka mezin gihîştibû pirtûkxaneya giştî ya wê qezayê û di encamê de 19 hezar û 300 pirtûk, kovar û rojname pûç bûn.
Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê, ku li sala 1976ê hatiye damezrandin, yek ji navendên dêrîn e û xwedana bi hezaran çavkaniyên dîrokî ye û neh pirtûkxaneyên din li wê deverê di bin sîwana xwe de dihewîne.