Erdogan: Projeyasaya çekdanîna PKKê bo parlamenê tê şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, di çend rojên bê de, dê projeyasaya taybet bi çekdanîna PKKê bişînin parlamenê û got: "Ew pereyên ku berê ji bo şer diçûn, êdî dê ji bo xizmeta welatiyan werin xerckirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de hûrguliyên nû derbarê pêvajoya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) aşkere kirin. Erdogan destnîşan kir, projeyasaya têkildarî vê mijarê di demeke nêz de pêşkêşî Parlamena Tirkiyeyê (TBMM) tê kirin.

Erdogan di axaftina xwe de got: "Bi piştgiriya partiyên siyasî, em ber bi qonaxa dawî ya avakirina 'Tirkiyeyeke bê teror' ve gavan diavêjin. Dema ku ev pêvajo bidawî bibe, welatê me dê ji barekî giran ê aborî rizgar bibe û fêdeya wê bigihîje her 86 mîlyon welatiyên me."

Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser ziyanên darayî yên dehsalên borî û ragihand, ziyanên salane yên Tirkiyeyê ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 50 milyar dolarî ne. Herwiha aşkere kir, ji ber bacên windabûyî, nêzîkî 123 milyar dolar ziyan gihîştiye xezîneya dewletê. Erdogan got: "Me dikaribû van pereyan di warên veberhênanê, afirandina kar û geşepêdana welat de bi kar bînin."

Pêştir jî Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kiribû, parlamen plan dike "Yasaya Çarçove" pesend bike. Ev yasa dê bibe bingeha yasayî ya hilweşandina PKKê. Tê çaverêkirin ku ev belge beriya bêhnvedana Havînê ya parlamenê, yanî di nav vê hefteyê an hefteya bê de, were pejirandin.

Pêvajoya çareseriyê di Sibata 2025an de, bi destpêşxeriya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de dest pê kiribû. Di Gulana heman salê de, PKKê kongreya xwe lidar xist û tê de biryara hilweşandina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya 50 salî ragihand.

Di 11ê Tîrmeha 2025an de, pêvajoya çekdanînê bi awayekî pratîkî dest pê kir û li parlamenê komîsyoneke taybet ji bo çavdêrîkirina vê pêvajoyê hat avakirin.