Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Iraq û deverê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Teqedûmê û Serokê Berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir, û di hevdîtinê de guhertinên dawiyê yên Iraq û deverê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Baregaha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) pêşwazî li Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî yê Iraqê û guhertin û pêşveçûnên dawiyê li ser asta Iraq û deverê hatin nîqaşkirin.

Hwer di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li hev guhartin.

Di vê çarçoveyê de jî, tekez li ser giringiya hevahengî û peywendiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin, daku bikarin astengiyan nehêlin û arêşeyan çareser bikin.