Dihok: Duyemîn dîdara belavkirina hişyariyê li ser tawana bazirganîkirina bi mirovan hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li bajarê Dihokê, bi çavdêriya Parêzgarê Dihokê Elî Teter û di bin dirûşma "Arêşeyên tenduristiyê bi tawanbariyê çareser neke", dîdara duyê ya salane ya belavkirina hişyariyê li ser tawana bazirganîkirina bi mirovan û endamên laşî hat lidarxistin.
Ev dîdara giring îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) li Hola Konferansan a Dihokê, bi çavdêriya Parêzgarê Dihokê Elî Teter û amadebûna Cîgirê Parêzgarê Dihokê Şemon Şilîmon Îşo, Rêveberê Rêveberiya Nivîsîngeha Berhingarîkirina Tawanên Rêkxistî Emîd Dr. Nesredîn Silêman û hejmareka rêveber û nûnerên saziyên peywendîdar, birêve çû.
Di destpêka vê dîdarê de, bi rêya nîşandana belgefîlman, pênaseya tawana bazirganîkirina bi mirovan û bi taybetî bazirganîkirina bi endamên laş ên mîna gurçikan hat kirin.
Paşê di çend seminer û gotarên cuda cuda de, metirsiya tawanên rêkxistî li ser civakê hat nirxandin. Herwiha behsa rola dezgehên hikûmî, dadgehan û rêxistinên nehikûmî (NGO) hat kirin, tevî pêşkêşkirina ezmûna serkeftî ya parêzgeha Dihokê di avakirina yekîneyên taybet ên berhingarbûna van tawanên metirsîdar de.