Axios duberekiyên navbera Waşinton û Televîvê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayî eşkere kir ku duberekiyên navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser pirsa dîplomasî û berdewamiya şerê ligel Îranê, li pişt perdeyan gihîştiye asta tometbarkirina kesî ya li dijî yekdu.
Malpera Axiosê îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) di raporekê de diyar kir ku duberekiyên navbera Vance û Netanyahu li ser dosyeya têkiliyên ligel Îranê teqiyane.
Li gorî zanyarên malperê, Netanyahu ji rexneyên eşkere yên Vance dilgiran e, û li beranber vê yekê Vance jî pê hesiyaye ku Netanyahu bi rêya alîkar û medyayên xwe yên alîgir li Îsraîl û Amerîkayê, bizava lawazkirina pêgeha wî ya siyasî dide.
Axios destnîşan dike ku J.D. Vance, Netanyahu bi têkbirina yadaşta jihevfêmkirina navbera Amerîka û Îranê û herwiha bi nîşannedana dilsoziyê bo Donald Trump tometbar kiriye. Di eynî demê de, Netanyahu jî di civînên xwe yên taybet de rexne li rola Vance di duberekiyên serbazî de girtine.
Tevî dijberiya Netanyahu, Vance di dema dawiyê de rolekî mezin di siyaseta şer û danûstandinên ligel Îranê de kiribû xema xwe, ku encamê wê îmzakirina yadaşta jihevfêmkirina navbera Waşinton û Tehranê bû, û Vance bi tundî berevanî jê dikir.
Her du serkirdeyên navborî li roja Sêşemeya borî li Waşintonê civînekê dualî li dar xist. Berpirsên Amerîkayî û Îsraîlî ew civîn wekî civîneka "rasterast û zelal" wesif kiriye. J.D. Vance ji destpêka şer ve wekî dengê herî biguman li ser siyaseta Netanyahu di nav xeleka nêzîkî Trump de tê naskirin û rexneyên wî yên li ser Serokwezîrê Îsraîlê her ku diçe tundtir dibin.