Turkish Airlinesê heta dawiya Îlonê geştên xwe bo Silêmaniyê rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla Asmanî ya Tirkî (Turkish Airlines), ji ber nearamî û têkçûna rewşa ewlehiyê ya deverê, geştên xwe yên asmanî bo Balafirxaneya Navdewletî ya Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê heta dawiya Îlona bê rawestandin.
Serokê Komeleya Kompanya û Nivîsîngehên Geştiyariyê yên Silêmaniyê Eta Enwer îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragehand: “Turkish Airlinesê bi rengekê fermî biryar daye ku geştên xwe bo Balafirxaneya Celal Talebanî li Silêmaniyê heta 30ê Îlona 2026ê rawestîne.”
Serokê Komeleya Kompanya û Nivîsîngehên Geştiyariyê yên Silêmaniyê herwesa got: “Turkish Airlinesê geştên xwe bo Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî heta 7ê Tebaxa îsal (2026) rawestandine.”
Eta Enwer herwesa ronahî berda ser wê yekê jî ku ev biryara kompaniya Tirkî girêdayî nirxandinên ewlehiyê yên geştên asmanî yên ji ber têkçûna rewşa deverê ye.
Navborî eşkere jî kir ku Turkish Airlinesê ji Nîsana borî ve bi temamî geştên xwe bo Balafirxaneya Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê rawestandina û ji wî çaxî ve tu geştek bo wî bajarî nekiriye.
Aloziyên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn bûne sedem ku çend kompaniyên balafirvaniyê yên navdewletî bernameya geştên xwe bo deverê bo heyameka demkî rawestînin.