Serok Barzanî û Elî Bapîr rewşa siyasî û aloziyên deverê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr û şanda ligel wî kir, û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawiyê yên deverê, bandora aloziyên herêmî li ser aramiya giştî û bizavên çareserkirina xetimîna siyasî ya Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr û şanda pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî eger û pêşhatên rewşa deverê û Iraqê li hev guhertin. Herwesa wan bal kişand ser bandora alozî û girjiyên herêmî li ser tenahî û aboriya cîhanî û herêmî.
Di pareke din a wê hevdîtinê de, her du aliyan bal kişand ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bizavên nêzîkkirina aliyên siyasî, bi armanca derbazkirin û çareserkirina xetimîna siyasî ya Herêmê.