Dana Gas dest bi dabînkirina gazê bo Wezareta Elektrîkê ya Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniyên Dana Gas û Hilal Petroleumê destpêkirina şandina gaza xwezayî ji zeviya Kormorê ya Herêma Kurdistanê bo westgeheke elektrîkê li parêzgeha Kerkûkê ragihand, bi armanca piştgirîkirina berhemanîna elektrîkê û xurtkirina ewlehiya enerjiyê.

Li gorî daxuyaniyeke hevpar a her du kompaniyan, li gorî lihevkirinekê ku ligel Wezareta Elektrîkê ya Iraqê hatibû îmzekirin, rojane dê 100 milyon pêyên sêca gaza xwezayî ji Kormorê bo westgeha elektrîkê ya gaza Taze li Kerkûkê bê dabînkirin. Lihevkirin bo heyama salekê ye û merem jê bihêzkirina berhemanîna elektrîkê û baştirkirina xizmetkariyan li deverên cuda cuda yên Iraqê ye.

Ev pêngav piştî temambûna projeya berfirehkirina "Kormor 250" tê, ku karîna berhemanînê ya Kormorê bi rêjeya 50% zêde kiriye û gehandiye 750 milyon pêyên sêca yên rojane. Vê berfirehbûnê derfeta wê yekê peyda kiriye ku kompanî biçin nav bazarên nû û bi rêya xetên boriyan gaza pêdivî dabîn bikin.

Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya Hilal Petroleumê û Endamê Encûmena Kargêrî ya Dana Gasê ragihand: "Yekem hinardekirina gazê bo Wezareta Elektrîkê ya Iraqê qestgeheke giring e di karên me de bo pêşxistina kerta gazê li Herêma Kurdistanê û bersivdana daxwaziya zêde ya li ser elektrîkê."

Navborî spasiya hevkariya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, desthilatên herêmî yên Silêmaniyê û Wezareta Elektrîkê ya Iraqê kir ku di pêkanîna vê destkeftiyê de alîkar bûn.

Ji aliyekê din ve jî, Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya Dana Gasê Richard Hall amaje kir ku ev lihevkirin berhemê bernameya berdewam a berfirehkirina zeviyê ye û bo hevkariyeke zêdetir di kerta enerjiyê ya Iraqê de bingeh e, bi awayekî ku ewlehiya enerjiyê xurttir dike.

Projeya Gaza Kormorê sotemeniya pêdivî bo berhemanîna zêdetirî 80% ji elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike û elektrîkê bi bihayekî guncayî bo zêdetirî 8 milyon welatiyan li Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê peyda dike.

Tevahiya veberhênanê di projeyê de heta niha ji 4 milyar dolarên Amerîkayî derbas bûye û bûye sedema afirandina zêdetirî 47 hezar derfetên kar ên rasterast û nerasterast. Tê pêşbînîkirin ku di salên bê de bi zêdebûna karîna berhemanînê, ev bandora aborî bibe du qat.