Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk - Germiyanê ya PDKê bersiva Kerkûkê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk - Germiyanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di ragihandinekê de bersiva daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê da û ragihand: "Axaftina neberpirsiyaran e ya Parêzgarê Kerkûkê li ser wê yekê ku madeya 140ê ya destûrê nemaye, bi manaya bêbihakirin û nemana destûrê tê. Ew bi xwe jî baş dizane ku eger destûr nemîne, manaya wê ew e ku Iraq ji manaya dewletbûnê vala dibe û namîne."

Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk - Germiyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) di ragihandinekê de bersiva daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Kenan da û diyar kir: "Li ser axaftinên vê dawiyê yên Parêzgarê Kerkûkê li ser çarenivîsa Kerkûkê û madeya 140ê, Partiya Demokrata Kurdistanê herdem wisa dîtiye ku divê bajarê Kerkûkê bibe nimûneya pêkevjiyan û biratiyê û pêxemetî parastina pêkevjiyanê û nemana pirsgirêkan divê hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên vî bajarî xwediyên maf û erkên xwe bin."

Amaje bi wê yekê jî kir ku destûr û madeya 140ê ji bo çareserkirin û nehêlana pirsgirêkan li parêzgeha Kerkûkê û cihên din ên Iraqê nexşeyeke rast û serdemane daniye. Axaftina neberpirsiyarane ya Parêzgarê Kerkûkê li ser wê yekê ku madeya 140ê nemaye bi manaya bêbihakirin û nemana destûrê tê.

Herwesa di ragihandina Mekteba Rêkxistina PDKê de hatiye ku Parêzgarê Kerkûkê "bi xwe jî baş dizane ku eger destûr nemîne, manaya wê ew e ku Iraq ji manaya dewletbûnê vala dibe û namîne, ew rengê daxuyaniyan bi tu awayî xizmeta berjewendiya pêkhateyan û şêniyên Kerkûkê nake, belku di rastiyê de ev bizaveka ne di cih de ye ji bo şikandina tebayî û biratiyê û karkirina ji bo fitnegêriyê û mezinkirina pirsgirêkan."

Di wê daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku "hemî alî baş dizanin ku bûn û amadebûna Mihemed Seman Kenan wekî Parêzgarê Kerkûkê di encama sefeqeyeke gumanawî ya Hotela Reşîdê de bûye. Eger hilbijartineke azad û demokratîk û xwezayî ba û ew sefeqe neba, rewş bi awayekî din dibû."

Li dawiyê jî Mekteba Rêkxistina PDKê li Kerkûkê diyar kiriye: "Em pêdivî dibînin ku Parêzgarê Kerkûkê û hemî ewên ku berpirsiyariya wan li Kerkûkê heye rêzê li destûr û mafê şlniyên Kerkûkê bigirin û aqilane reftarê bikin, divê hemî ji bo tebayî û parastina berjewendiya Kerkûk û Kerkûkiyan kar bikin ne ku ji bo têkdanê."