Desteya Navçeyên Kurdistanî: Daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê li dijî destûrê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistaniyên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyên dawî yên Parêzgarê Kerkûkê bi tundî şermezar kirin û wekî "pêngaveke li dijî destûrê" pênase kirin. Desteyê daxwaz kir ku parêzgar li şûna gotinên nakok, bala xwe bide ser xizmetguzarî û pêkvejiyanê.
Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî îro 06.08.2026an daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bingeha sîstema hukmranî li Iraqê "destûra welat" e û ev destûr berhema têkoşîna gelan e li dijî desthilatdariya zordar.
Desteyê diyar kir, gelê Kurdistanê tevî hemû têbiniyên xwe jî, her tim li ser bingehên destûrî meşiyaye û Madeya 140 wekî nexşerêya herî giring ji bo çareserkirina kêşeya nasnameya axa Kurdistanê dibîne. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bawer dikin ku destûrê rêyeke hevseng ji bo çareserkirina van pirsan di çarçoveya Iraqa federal de diyar kiriye."
Desteyê nerazîbûna xwe li dijî daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê nîşan da û ragihand, ew van gotinên naderstûrî bi temamî red dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê qonaxa hestiyar de, pêwîst e parêzgar ruhê pêkvejiyana rastîn li bajêr serdest bike. Divê ew xwe ji bikaranîna wan peyv û gotinan dûr bixe yên ku li dijî destûrê û li dijî vîna gelên Iraqê ne."
Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku daxuyaniyên bi vî rengî qada bêbaweriyê di navbera pêkhateyan de berfireh dikin û balê ji ser pirsgirêkên xizmetguzariyê dûr dixin. Desteyê tekez kir ku îro Kerkûk ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi xizmetguzariyên bingehîn heye û nabe parêzgar bi daxuyaniyên siyasî yên nade-stûrî rojeva bajêr aloz bike.