Fidan li Enqereyê bi Şeybanî re civiya: “Paşeroja me yek e”
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî li Enqereyê civiyan. Fidan piştî civînê ragihand, aramiya her du welatan ji hev nayê veqetandin û tekezî li ser kûrkirina hevkariya ewlehî û aborî kir.
Wezîrê Derve Hakan Fidan di civîneke rojnamevaniyê de encamên hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Sûriyê re parve kirin. Fidan got: "Nabe em aramî û geşedana Tirkiye û Sûriyê ji hev cuda bibînin. Di navbera me de ne tenê sînoreke 900 kîlometreyî, lê belê dîrokeke hevpar, çandeke hevpar û paşerojeke hevpar heye."
Fidan destnîşan kir, rewşa li Sûriyê rasterast bandorê li Tirkiyê dike û got: "Dema ku Şam, Heleb û Hema dewlemendtir û ewletir bin, em vê yekê li Entap, Mersîn û Stenbolê hîs dikin. Her geşedaneke ku aramiya Sûriyê têk bibe, ji bo Tirkiyê jî gef e. Bi vê hişmendiyê, em ê hevkariya xwe ya di warê têkoşîna dijî terorê, parastin û ewlehiyê de hîn kûrtir bikin."
Fidan diyar kir jî, pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyê ji bo Tirkiyê pêşînahiya sereke ye û got: "Ji bo parastina yekrêziya Sûriyê û aramiya herêmê, pêwîst e hemû aliyên çekdar û avahiyên binavkirî, di bin banê saziyeke niştimanî, navendî û rewa de bibin yek."
Fidan ragihand, ew têkiliyên aborî li gorî pêdiviyên serdemê nû dikin. Di nav armancên sereke de hêsankirina karûbarên gumrukê, zêdekirina kapasîteya deriyên sînor, aktîvkirina sîstema bankayê û lihevkirina binesaziya veguhastinê hene.