Li Qamişloyê welatî bo guhertina pereyên kevn rastî astengiyan tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirsgirêka guhertina lîreyên kevn bi yên nû li parêzgeha Hesekê didome. Bi dehan welatî li pêş Navneda Peywendiyan a Qamişloyê li ber germê sekinîne. Tenê ew navend heye û divê hemî xelk li wê derê pereyên xwe biguhere.

Welatiyek dibêje: “Ewilî biryar bi pênc salan derxist, di dû re bi şeş mehan û di dû re jî anî heftiyekê. Li devera Qamilşloyê tevî Hesekê, belkî pênc milyon mirov hene, û tenê navendek vekiriye.”

Ji ber qerebalixa zêde ya welatiyan, hejmareka zêde ya xelkî neçar dibe ku pereyên xwe bikin Dolarê Amerîkayî lê pereguher keysebaziyê dikin û gelek zirarê li welatiyan dikin. Bi rêjeyeka kêmtir ji nirxa Dolar li sûkê, pereyan diguherin.

Hikûmeta Sûriyeyê dibêje: “Heta 20ê mehê, divê hemî pereyên kevn bi yên nû bên guhertin. Welatî jî banga xwe ji bo Parêzgarê Hesekê dişînin, ji bo çareserkirina vê rewşa aloz.

Hejmara pereyê nû li sûkê pir hindik e û li her derê nayê peydakirin. Heta niha jî danûstandinên welatiyan bi pereyên kevn e.

Tevî dirêjkirina dema guhertina pereyên kevn bi yên nû, ev qerebalixa zêde û hejmara mezin a pereyan dide xuyakkirin ku ev kirîz dê di 15 û 20 rojan de çareser nebe.