Elî Zeydî: Iraq nabe bingeha êrîşên ser cîranan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokê Dezgeha Îstîxbarata Giştî ya Erebistana Siûdî, mijarên ewlehî û geşedanên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin. Zeydî di civînê de tekez kir ku ew rê nadin axa Iraqê li dijî welatên cîran bête bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî duh 7ê Tebaxê pêşwazî li Serokê Dezgeha Îstîxbarata Giştî ya Erebistana Siûdî, Xalid Elî Humeydan kir.
Di destpêka civînê de, Xalid Elî Humeydan peyameke serkirdatiya welatê xwe gihand Serokwezîrê Iraqê. Di peyamê de daxwaznameya fermî ya ji bo serdana Zeydî ya bo Riyadê hate nûkirin. Her du aliyan li ser rêyên bihêzkirina hevahengiya ewlehî û guhertinên siyasî yên li navçeyê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî tekez kir: "Em rê nadin axa Iraqê bibe cihê destpêkirina tu çalakiyeke ku ziyanê bigihîne welatên navçeyê. Ev yek pabendbûna me ya bi destûrê û prensîba cîrantiya baş e."
Di civînê de her du alî li ser giringiya berdewamiya hevahengiya ewlehî û pevguhertina agahiyan li hev kirin. Hate diyarkirin ku ev pêngav ji bo rûbirûbûna metirsiyên ewlehî û dûrxistina navçeyê ji aloziyên nû gelekî giring e.
Ev hevdîtin di demekê de pêk, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê roja 27’ê Tîrmeha 2026’an, daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kiribû ku sîstema wan a parastina asmanî çend dron şikandin, ku ji xaka Iraqê ve hatibûn avêtin.
Roj 29’ê Tîrmeha 2026’an jî, Amerîka û Siûdiyê zincîreyek êrîşên asmanî yên hevaheng li ser çendîn binkeyên lojîstîk û kogeheyên çekan ên grûpên çekdar ên di nav Heşda Şeibî de pêk anîbûn.