Çîn danûstandinên bazirganî bi 7 kompanyayên Amerîkî re qedexe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bazirganiyê ya Çînê karkirina bi heft kompaniyên Amerîkî re qedexe kiriye û sînordarkirinên tund danîne ser hinardekirina dron û teknolojiyên peywendîdar bo Amerîkayê; ev yek jî beriya serdana çaverêkirî ya Xi Jinping bo Washingtonê ye."
Kanalê televîzyonê yê Amerîkî CNBC ragihand, ev pêngava Çînê, piştî "agirbesta bazirganî" ya di Cotmeha borî de, mezintirîn û berferehtirîn bersivdayîna Pekînê ye li dijî Washingtonê.
Li gorî biryara Wezareta Bazirganiyê ya Çînê, peywendiyên bazirganî bi 7 saziyên Amerîkî re bi temamî hatine rawestandin. Sedemên van qedexeyan wiha hatine rêzkirin:
- 6 kompanî: Ji ber rola wan di cîbicîkirina cezayên Amerîkayê yên li ser herêma Xinjiangê, karkirin bi wan re hatine cezakirin.
- Kompaniya "Compliance Testing": Ev kompaniya ku li eyaleta Arizona ya Amerîkayê ye, bi hinceta ku alîkariya Lijneya Peywendiyan a Federal (FCC) kiriye da ku li dijî berhemên Çînî pêngavên tund werin girtin, ketiye "lîsteya reş".
Pekînê ne tenê kompanî ceza kirin, lê belê hinartina dron û teknolojiyên pêşkeftî jî li ser Amerîkayê sînordar kir. Êdî her cure kelûpelên leşkerî û sivîl ên ku ji Çînê diçin Amerîkayê, dê "dosiye bi dosiye" bi hûrgulî werin pişkinîn.
Ev şerê nû yê bazirganiyê nîşan dide ku tevî rêkeftinên sala borî yên li Koreya Başûr, aloziyên di navbera her du hêzên cîhanê de kêm nebûne.
Tê çaverêkirin ku Serokê Çînê Xi Jinping di meha Îlonê de serdana Washingtonê bike. Ev serdan wekî berdewamiya serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump tê dîtin ku di meha Gulanê de bo Pekînê encam dabû. Lê belê, cezayên dawî yên Pekînê nîşan didin ku dê maseya gotûbêjan di bin sîbera "şerekî sar ê teknolojîk" de bête danîn.