Komîsyona Dadê ya Parlamena Tirkiyeyê projeyasaya pêvajoya aştiyê pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Dadê ya Parlamena Tirkiyeyê, projeyasaya çarçoveyê ya ji bo "Pêvajoya Aştiyê" pesend kir. Tê payîn ku ev projeyasa di nava 48 demjimêran de pêşkêşî Civata Giştî ya Parlamenê were kirin û deng li ser bê dayîn.

Projeyasaya bi navê "Bihêzkirina Piştgiriya Niştimanî û Yekrêziya Civakî" ku di nav raya giştî de wekî "Projeyasaya Çarçoveyê ya Pêvajoya Aşitiyê" tê naskirin, îro 8ê Tîrmeha 2026an, ji aliyê Komîsyona Dadê ve hate pejirandin. Ev projeyasa êvara înê gihîştibû ber destê komîsyonê û di nava 18 demjimêran de bi lez hate pesendkirin.

Endamê Komîsyona Dadê Îdrîs Şahîn piştî civînê diyar kir, navnîşana tekane ya çareserkirina pirsa PKKê Parlamena Tirkiyeyê ye, lê belê destnîşan kir ku heta niha pêngavên dilniyaker nehatine avêtin.

Li aliyê din, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a Erziromê Meral Daniş Beştaş ragihand, ev projeyasa derfeta aşitiyeke mayînde diafirîne. Beştaş got: "Hinek kêmasî hene, lê em hewl didin di hişmendiyeke hevpar de bicivin."

Naveroka yasayê: 12 xal û mekanîzmayên nû

Ev projeyasa ku ji 12 maddeyan pêk tê, armanc dike ku dawî li hebûna çekdarî ya PKK û KCKê bîne. Li gorî naveroka wê, saziyên ewlehiyê dê dawîhatina şerê çekdarî diyar bikin û Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK) jî dê vê yekê piştrast bike.

Ew kesên bi tawanên damezirandin, birêvebirin, endambûn û propagandaya PKK/KCKê û dabînkirina çavkaniyên darayî têne tawanbarkirin, dikarin ji vê yasayê sûdê werbigirin.

Ew kesên ku tawanên "kuştina biqestî" kirine, an jî beriya 1ê Hezîrana 2005an cezayê "muebbetê" (zîndana hetahetayî) girtine, ji vê yasayê sûdê wernagirin.

Yasa mekanîzmayeke nû ji bo paşxistina lêkolîn, darizandin û cezayan li xwe digire, bi awayekî ku ji bo cezayên ji 15 salan kêmtir, dadgehkirin û ciza bo 5 salan tê paşxistin. Ji bo cezayên ji 15 salan zêdetir an jî cezayê muebbetê, ev dem dibe 10 sal.

Heger di vê demê de ew kes ti "tawaneke" nû neke, dosye bi temamî têne girtin û ciza wekî "cibicîkirî" têne hejmarin. Bi derketina biryarê re, hemû rêkarên çavdêriya dadwerî û girtinê têne rakirin.

Ji bo şopandina pêvajoyê, "Encûmeneke Bilind" bi serokatiya Cîgirê Serokkomar û bi endamtiya wezîrên Dad, Derve, Navxwe, Parastin û Serokê MÎTê tê avakirin. Her wiha di Parlamenê de jî komîsyoneke ji 17 kesan pêkhatî dê çavdêriya pêvajoyê bike. Ew kesên dixwazin ji yasayê sûdê werbigirin, divê di nava 6 mehan de serlêdanê bikin.

Ev qonaxa nû di Cotmeha 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Dewlet Bahçelî dest pê kiribû. Ev gav wekî hewildana herî giring a Tirkiyeyê ya salên dawî ji bo bidawîkirina şerekî 40 salî û berfirehkirina beşdariya siyasî ya Kurdan tê dîtin.