Endamên DEM Partiya: Yasaya çarçoveyê gava yekem a demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Komîsyona Dadê ya Parlamena Tirkiyeyê (TBMM) de, piştî 18 demjimêran gotûbêjên germ, projeyasaya çarçoveyê ya bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî" hate qebûlkirin. Parlamenterên DEM Partiyê bal kişandin ser giringiya dîrokî ya vê gavê û ew wekî "yekemîn gava demokrasiyê" pênase kirin.

Di civîna komîsyonê de, endamên DEM Partiyê Zulkuf Uçar, Onur Duşunmez û Newroz Uysal Aslan li ser navê partiya xwe dîtin, rexne û pêşniyazên xwe derbarê naveroka yasayê de anîn ziman.

Parlamenter Zulkuf Uçar diyar kir, ev projeyasa di xaleke dîrokî de ye ku tê de têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd û pêdiviya dewletê ya ji bo guherînê digihîjin hev. Uçar ev yasa wekî "metneke pabendbûnê bi nav kir. 

Uçar got: "Ev metn, pabendbûna anîna hemû mafên gelê Kurd bo nav çarçoveya hiqûqê ye. Di heman demê de, yekemîn pêleka wan derenceyan e ku ber bi xeyala civakeke demokratîk ve diçin."

Parlamenter Onur Duşunmez bal kişand ser hinek metirsiyên di naveroka yasayê de, bi taybetî li ser pênaseya "tawanên terorê".

Duşunmez hişyarî da ku dibe ev pênase pir berfireh were şîrovekirin û got: "Ji bo ku ew kesên mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin nebin qurbanî, divê îfadeya 'tawanên terorê' bête guhertin û bibe 'tawanên terorê yên ku zorî û tîndûtiyê dihewînin'. Giringiya vê yasayê di wê de veşartî ye ku rê li ber pêngavên dahatû veke."

Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku di sedsala duyemîn a Komarê de, ev yasa ji bo beşdariya Kurdan a di nav komarê de xwedî giringiyeke dîrokî ye. Aslan tekez kir ku ev pêvajo tenê ne "bêdengkirina çekan" e, lê belê qonaxa "avakirin û sazkirina aştiyê" ye.

Tê payîn ku ev projeyasa piştî pejirandina di komîsyonê de, di nava demeke kurt de derbasî Civata Giştî ya Parlamenê bibe û li wir dengdan li ser bê kirin.