Mesrûr Barzanî: Zêdetir ji hezar êrîşên bi dron û mûşekan li ser Kurdistanê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez dike, Herêma Kurdistanê nabe beşek ji hevrikiyan û piştgiriya hikûmeta Iraqê jî ji bo kontrolkirina çekan dike. Di heman demê de, hebûna peywendiyan bi Îsraîlê re û hebûna leşkerî ya Amerîkayê li binkeya Herîrê red dike. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8’ê Tebaxa 2026’an di daxuyaniyekê ji bo kanala (Al Jazeera) ya Qeterî de, behsa çend pirsên giring ên navxweyî û herêmî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya tam a Herêma Kurdistanê ji bo hewildanên hikûmeta Iraqê yên ji bo kontrolkirina çekan di destê hêzên fermî de tekez kir. Destnîşan kir jî, Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji ti hevrikiyeke navçeyê.

Mesrûr Barzanî got, ti aliyekî zext li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê nekiriye da ku tevlî şer bibe. Herwiha aşkere kir, karê wan ê pêşîn parastina Herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji aloziyan e.

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî zêdetirî hezar êrîşên mûşekî û dronan bûye, ew êrîş rasterast ji aliyê Îranê ve yan jî ji hundirê Iraqê ve bi rêya çend grûpên çekdar hatine kirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî hebûna têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îsraîlê de red kir û tekez kir ku birêvebirina siyaseta derve ji desthilatên hikûmeta federal ye.

Herwiha hebûna leşkerên Amerîkayê li binkeya asmanî ya Herîrê red kir û got, ev 10 sal in ti hêzên Amerîkayê di wê binkeyê de nînin.

Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, Serokwezîr got, têkiliyên wan ên bi Sûriyeyê re baş in û ber bi pêş ve diçin. Di heman demê de, têkiliyên bi Tirkiyeyê re wekî "pir baş" binav kirin û behsa pêşveçûna hevahengiyên navbera wan kir.

Di dema borî de, Herêma Kurdistanê bi taybetî bajarê Hewlêrê, çendîn caran bûye armanca êrîşên mûşekî û dronî. Beşek ji van êrîşan rasterast ji aliyê Supaya Pasdarên a Îranê ve bi hinceta hebûna binkeyeke îstîxbaratî ya Îsraîlê hatine kirin, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ev tomet red kirine û daxwaz ji civaka navdewletî û Bexdayê kiriye ku lêkolîneke bêalî pêk bînin.

Herwiha çendîn caran, Supaya Pasdaran û grûpên çekdar ên navxweya Iraqê bi berdewam binkeya leşkerî ya Herîrê û Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi hinceta hebûna hêzên Amerîkayê kirine armanc.

Tevî van hemû aloziyan jî, Hewlêrê hewl daye hevsengiya dîplomatîk biparêze û peywendiyên xwe yên aborî û siyasî yên bi welatên cîran re yên wekî Tirkiye, Sûriye û Îranê li ser bingeha rêzgirtina hevdu bipêş bixe, da ku Herêmê ji metirsiyên şerê Rojhilata Navîn biparêze.