Mihemed Hacî Mehmûd: Ji bo parastina Iraqê, çareserî sîstema konfederalî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz kir ku ji bo aktîvkirina parlamenê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, yekrêzî peyda bibe. Mehmûd her wiha bal kişand ser gendeliya li Iraqê û sîstema konfederalî wekî çareseriya herî baş pênase kir.
Îro 8ê Tebaxê, di 50’emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê de, merasîmeke taybet li gundê Gulexaneyê yê ser bi parêzgeha Helebceyê hate lidarxistin. Serokê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û peyamên giring dan aliyên navxweyî û hikûmeta federal a Iraqê.
Mihemed Hacî Mehmûd bal kişand ser giringiya saziyên Herêma Kurdistanê û diyar kir, heke di du salên borî de parlamen aktîv bûya, dikaribû rê li ber gelek biryarên Bexdayê yên li dijî Herêmê bigirta. Mehmûd bang li hemû hêzên siyasî kir ku hevaheng bin ji bo ku parlamen were aktîvkirin û pêngavên avakirina kabîneya nû ya hikûmetê werin lezandin.
Derbarê rewşa Iraqê de, Mihemed Hacî Mehmûd destnîşan kir, ji bo misogerkirina pêkvejiyanê li welat, bijardeya herî baş "sîstema konfederalî" ye. Mehmûd şîret li hikûmeta Iraqê kir ku ji şaşiyên berê dersê bigire û bi aqilmendî nêzî pêşhatên navçeyê bibe, da ku welat ji aloziyên li Rojhilata Navîn biparêze.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat rexneyên tûj li rewşa darayî û gendeliya li Iraqê girtin û wiha got: "Tiştê ku niha li Iraqê diqewime, ne dizekî asayî ye, lê belê proseya talankirinê ye. Em dibînin ku dolarên dizî bi barhilgirên mezin ji malan têne veguhastin."
Li gorî nêrîna Mihemed Hacî Mehmûd, hemû guhertinên li Rojhilata Navîn rasterast bi pirsa Kurd ve girêdayî ne. Herwiha tekez kir ku bêyî hebûna ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, dê aramî li ti cihekî navçeyê pêk neyê.
Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê di 8’ê Tebaxa sala 1976’an de hatiye damezrandin. Ev partî di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de xwedî roleke giring e û beşdarî gelek şoreşan bûye. Bingehê wê yê sereke li Gulexaneyê ye û di piraniya xulên Parlamena Kurdistanê û kabîneyên hikûmetê de nûneriya wê hebûye.